Nêçîrvan Barzanî pîrozbahî li jinan kir: Bi hemû bawerî û hêza xwe ez ê pistevaniya we bikim
PeyamaKurd – Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî di peyama xwe de ku bi helkefta 8ê Adarê Roja Cîhanî ya Jinên Kedkar hatiye belavkirin de, pîrozbahî li jinên Kurdistan, Iraq û cîhanê kir û piştevaniya xwe ji bo dabînkirina wekheviya jinan û hemû mafên wan dûpat kir. Serok Nêçîrvan Barzanî daxwaz ji aliyên siyasî kir ku di hilbijartinên bê de giringiyê bidin namzediya jinan.
Serok Nêçîrvan Barzanî ji bo 8ê Adarê Roja Cîhanî ya Jinên Kedkar peyamek belav kir.
Nêçîrvan Barzanî di peyama xwe de got, wek her carê piştevaniya têkoşîn û xebata jinan a ji bo bidestxistina wekhevî û mafên tam dikim û hêviya berdewamiya geşepêdana jinan û serkeftina wan dixwazim.
Di dema serokwezîrtiya Serok Nêçîrvan Barzanî de yekeyên wekheviyê di wezaretan de hatin vekirin û bal hat kişandin ser wekheviya jin û mêr.
Serok Nêçîrvan Barzanî di peyama xwe de got: Bi vê minasebetê em careke din bi rêz û hurmet hemû jinên leheng ên ku di têkoşîna parastin û berevanîkirina mafên xwe de bi neheqî bûne qurbaniyên tundî, hizrên tundrewî û paşverûtiyê bi bîr tînin.
Nêçîrvan Barzanî ji dema serokwezîrtiya xwe heta roja îro piştevaniya rêxistin û komeleyên parastina mafên jinan kiriye û cesaret daye xebata wan.
Serok Nêçîrvan Barzanî got, em dûbare dikin ku em ê li hember her cure ramanên tundrewî, zordarî, tundûtûjî, destdirêjî û neheqiya li ser jinan, bi hemû hêza xwe têbikoşin.
Serok Nêçîrvan Barzanî ku di dema borî de serokatiya kabîneya hikûmetê kiribû, biryar da ku li Herêma Kurdistanê Saziya Têkoşîna li Dijî Jinan bê avakirin û rê li ber xebata jinan di vî warî de vekir.
Serok Nêçîrvan Barzanî bang li partiyên siyasî jî kir û bi bîr xist ku divê di hilbijartinên bê de zêdetir cih bidin kesayetên jin.
Kotaya beşdariya jinan di Parlamentoya Kurdistanê de berê ji sedî 25 bû, lê di dema serokwezîrtiya Nêçîrvan Barzanî de ev hejmar derket ji sedî 30yî.
Di berdewamiya peyama xwe ya ji bo roja cîhanî ya jinan de, Serok Nêçîrvan Barzanî ev gotin:
"Di dema ku em bi hêvî li hilberîn û beşdariya çalak a jinan di hemû qadên jiyanê de li Kurdistanê dinêrin, em careke din diyar dikin ku em zêdetir dixwazin û em ê wekî her car xebatên xwe bidomînin. Bi vê minasebetê em careke din nû dikin ku em ê xebatên xwe yên li ser cih û hebûna jinê di hemû qadên jiyanê de û dayîna rol û derfetên zêdetir bidomînin.
Em bang li partiyên siyasî dikin ku di hilbijartinên pêş de zêdetir girîngiyê bidin namzetiya jinan.
Bê azadî, wekhevî û mafên jinan, civakek azad, şaristanî ku nifşekî aştiyane, rehet, dadperwer û bihêz mezin bike û paşerojeke baştir ava bike, pêk nayê. Ji ber vê yekê erka hemû pêkhateyên civakê ye ku bi vê bawerî û ferasetê piştgiriyê bidin têkoşîna jinan û heta serkeftinê li cem wan bin."

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin