Nêçîrvan Barzanî: Bêyî xurtkirina rola jinan, civakeke demokratîk ne mimkun e
PeyamaKurd – Serokê Herêma Kurdistanê, Nêçîrvan Barzanî bi boneya 8ê Adarê, Roja Jinên Cîhanê pîrozbahiyên xwe yên germ pêşkêşî jinên Kurdistanê, Iraqê û cîhanê kir.
Wî di peyama xwe de hêviya serkeftin û bipêşketina domdar ji bo jinan xwest û soza piştgiriya xwe ya bêdawî ji bo rola wan a bingehîn di avakirina civakeke azad û adil de dubare kir.
Nêçîrvan Barzanî bal kêşa ser wê yekê ku jinên Kurdistanê di dîrokê de bi wêrekî û berxwedana xwe di têkoşînên siyasî û qadên din ên jiyanê de navdar in.
Nêçîrvan Barzanî diyar kir:
“Jinên Kurd di tevgera azadiya Kurdistanê de roleke sereke lîstine û îro jî di warên siyasî, aborî û perwerdehiyê de çalak in.”
Wî her weha tekez kir ku her çend destkeftiyên jinan serbilindiyê bidin jî, ji bo parastina mafên wan û rakirina tundî û cudakariyê hewldanên zêdetir pêwîst in.
Serokê Herêma Kurdistanê diyar kir ku misogerkirina wekheviyê û parastina jinan erka her kesî ye.
Wî bang kir:
“Takekes, malbat û saziyên civakê divê bi hev re bixebitin da ku Kurdistan bibe mînaka dadmendiyê.”
Her weha destnîşan kir ku civakeke demokratîk bêyî xurtkirina rola jinan ne mimkun e.
Di vê derbarê de Nêçîrvan Barzanî jinên ku fedakarî kirine û rastî tundiyê hatine bi bîr anîn û soz da ku çanda tolerans û wekheviyê bê bipêşxistin.
Wî ragihand,
“Em ê bixebitin ku jin di şekildana paşeroja Kurdistanê de hevkarên rastî bin.”
Di dawiyê de, wî berxwedana jinên têkoşer bilind nirxand û Roja Jinên Cîhanê li hemû jinan pîroz kir.

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin