Serok Barzanî: Bi hemû siyana xwe pistevaniya Nêçîrvan Barzanî dikim
PeyamaKurd - Serok Mesûd Barzanî di merasîma sondxwarinê ya serokê nû yê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî de gotarek pêşkeş kir û pîrozbahî Nêçîrvan Barzanî kir.
Serok Mesûd Barzanî di axaftina xwe de bal kişand ser metirsiya berdewam a hebûna DAIŞê û daxwaz kir rêveberiya Iraqê û Kurdistanê hewl bidin bi taybet kêşeyên li navçeyên derveyî îdareya Kurdistanê çareser bikin.
Serok Barzanî piştî ku Nêçîrvan Barzanî îro 10ê Hezîrana 2019an bi beşdariya bi qasî 1200 mêvanên biyanî û navxweyî li Hola Şehîd Saed Ebdullah sonda yasayî xwar, pîrozbahî li Nêçîrvan Barzanî kir û got, ew bi hemû şiyana xwe piştevaniya wî dike.
Serok Barzanî ji hikûmetên Kurdistan û Iraqê xwest, arîşe û aloziyên ku di navbera her du aliyan de mane, zûtir çareser bikin û bi taybet jî wan alozî û arîşeyên ku li deverên Kurdistanî yên li derveyî Herêma Kurdistanê hene û roj bi roj kûrtir û metirsîdartir dibin.

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin