Nêçîrvan Barzanî û Balyozê Fransayê pirsgirêkên navbera Hewlêr – Bexdayê gotûbêj kirin
PeyamaKurd – Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî, îro 3yê Adarê pêşwazî li Balyozê Fransa yê li Iraqê Eric Chevallier kir.
Di hevdîtinê de Serokê Herêma Kurdistanê destnîşan kir ku ew dixwazin pirsgirêkên ligel Bexdayê, bi rêya danûstandinan çareser bikin.
Herwiha di civînê de behsa pêwendiyên navbera Fransa û Herêma Kurdistanê hat kirin ku Fransa girîngiyê dide wan pêwendiyan û piştevaniyo bo hêzên Pêşmerge di têkoşîna dijî ,DAIŞê de hat destnîşankirin.
Rewşa Êzidiyan, avedankirina Şingalê, qeyrana siyasî ya piştî hilbijartinên Iraqê û biryara Dadgeha Federal a li ser petrol û gazê ya dijî herêma Kurdistanê jî di hevdîtinê de hatin gotûbêjkirin.

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin