Îranê, li ser wan êrîsan welatên rojavayî sermezar kir
PeyamaKurd- Ji aliyê Wezareta Karên Derve ya Îranê ve li ser êrîşên Îsraîlê yên li ser Xezeyê ku jin û zarok bûn qurbanî, ji ber ‘bêdengî û bêhelwestiyê’ rêxistinên navneteweyî û welatên rojavayî şermezar kir.
Berdevkê Wezareta Karên Derve ya Îranê Nasir Kenanî, di daxuyaniya li ser van êrîşên asîmanî yên Îsraîlê yên li dijî Xezayê de diyar kir ku ji bo rêberên Tevgera Berxwedanê ya Cîhada Îslamî ya Filistînê û ji bo jin û zarokên di êrîşan de can dane, li ser navê welatê xwe sersaxî ji komên berxwedanê yên Filistînê re xwest.
Kenanî, ‘bêdengî û bêhelwestiya’ saziyên navneteweyî yên berpirsyar û welatên rojavayî yên li hemberî êrîşên Îsraîlê şermezar kir û diyar kir ku divê welatên îslamî ji bo rawestandina êrîşên Îsraîlê, bi awayekî lezgîn; bi awayekî bibandor û hemahengî tevbigerin.

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin