Îranê welatên bi Îsraîlê re pêwendiyan asayî dikin sermezar kir!

31 January 2022 16:36 0 dîtin
Îranê welatên bi Îsraîlê re pêwendiyan asayî dikin sermezar kir!

PeyamaKurd - Îranê welatên ku pêvajoya asayîkirina pêwendiyan bi Îsraîlê re dane destpêkirin şermezar kir.

Berdevkê Wezareta Derve yê Îranê Seîd Xetîbzade îro di civîneke rojnamevanî de got: “Dewleta dagîrker a li ser bingeha terorîzmê û çêkirina aloziyan hatiye avakirin, hewl dide desthilata xwe ya netewî li ser axan û gelê Filistînê ferz bike.”

Xetîbzade îdia kir: "Ev statû, rûreşiya mirovatiyê ye û hewl dide aloziyê li navçeyê çêbike divê welatên ku pêwendiyên xwe pê re asayî dikin zanibin ku ew ê bibin qurbaniyên yekem ên vê statuyê.”

Seîd Xetîbzade herwiha got ku Îran asayikirina pêwendiyên bi Îsraîlê şermezar dike.

Berdevkê Wezareta Derve yê Îranê piştî serdana Serokomarê Îsraîlî Îsaac Herzog ya doh bo Îmarata Erebî ev daxuyanî da ku di wê serdanê de "peyama aştiyê" hatibû belavkirin.

Serokê Îsraîlê gotibû, serdana wî ji gelên her du welatan û tevahiya herêmê re peyamek e ku divê gelek dewlet tevlî “peyamên Îbrahîm” bibin.

Hêjayî bibîrxistinê ye, Îsraîl û Îmarata Erebî di sala 2020an de bi navbeynkariya Amerîkayê “Peymana Îbrahîm” îmze kiribûn û pêwendiyên xwe asayî kiribûn.