Îranê, welatên G7ê sermezar kir

20 April 2023 17:00 0 dîtin
Îranê, welatên G7ê sermezar kir

PeyamaKurd- Rayedarên Îranê ragihand ku ew daxuyaniya dawî ya Civîna Wezîrên Karên Derve yên welatên G7ê ku sûcdariyên li dijî Tehranê wekî "bêbingeh û destwerdan" pênase dikin, şermezar dikin.

Ji aliyê Wezareta Karên Derve ya Îranê ve bi daxuyaniyekê bertek nîşanî "sûcdarkirina" Îranê ya di daxuyaniya dawî ya civîna G7ê ya 18ê Nîsanê ya li Japonyayê hat nîşandan.

Di daxuyaniya Îranê de hat îdiakirin ku çekên navokî tu carî di stratejiya berevanî û ewlekarî ya Îranê û her wiha di hizra olî de cih negirtine û wiha hat gotin:

"Komara Îslamî ya Îranê, di çarçoveya Peymana (NPT) û Peymana Parastinê ya Berfereh a di Rêkeftina Atomî de bi Ajansa Navneteweyî ya Enerjiya Atomê (IAEA) re hevkarî kir û bi biryar e ku hevkarî û dan û stndina çêker berdewam bike."

Hat îdiakirin ku di van salên dawîn de li Kendava Farsê û Tengava Hurmuzê rêwîtiya ewle, bi "nêzîkatiya bi berpirsyarî" ya Îranê pêk hatiye, sûcdarkirina Îranê wekî "tevgereke bêberpirsiyarî ya ji bo rewakirina êrîşên wêrankerî û texrîbatî ya hebûna leşkerî ya Amerîkayê li herêmê bêîstiqrar dike, hat nirxandin.

Her wiha bi vê daxuyaniyê, îdîayên "Îranê di şerê Ukraynayê de bi balafirên bêmirov û çek dane Rusyayê" hatin redkirin û ji welatên rojavayî hat xwestin ku "ji bo bidawîkirina şer, li şûna gurkirina şerê Ukraynayê ya bi şandina çekan, serî li diyalog û dîplomasiyê bidin."

Banga rawestînê, li Îranê hatibû kirin

Wezîrên karên derve yên welatên Koma G7ê ku ji Amerîka, Kanada, Brîtanya, Almanya, Fransa, Îtalya û Japonyayê pêk tê, di 18ê Nîsanê de piştî lûtkeya 3 rojan a ku ji aliyê Serokomarê Japonyayê ve hat lidarxistin, di daxuyaniyeke hevpar de ragihandin ku divê Îran ‘tu carî çekên nukleerî bi pêş nexe’ û ji Tehranê jî hat xwestin ku berzekirina nukleerî rawestîne.