Hevpeymaniya Navdewletî êrîsa ser baregeha Amerîkî red kir
PeyamaKurd - Li ser nûçeyên bi moşekan êrîşkirina ser baregeheke Amerîkayê li Dêrazorê, berpirsekî di Hevpeymaniya Navdewletî daxuyanî da û red kir ku baregeha Amerîkî ya li Tenefê ya li başûrê Sûriyê rastî ti êrîşekê hatibe.
Berdevkê Hevpeymaniya Navdewletî Joel Harper ragihand, “Ti êrîşek li ser baregeha Tenefê nehatiye kirin. Ji bo rakirina bombeyên neteqiyayî, teqînek di bin kontrola Hevpeymaniyê de hat kirin.”
Çavdêriya Mafên Mirovan li Sûriyê (SOHR) ragihandibû, dengê hin teqînan di hundirê baregeha Amerîkî li Tenefê hatiye bihîstin û hin çavkaniyên medyayî jî belav kiribû ku 4 moşek ji deverên hêzên rejîma Sûriyê bi ser baregehê de hatine avêtin.
Baregeha leşkerî ya Tenefê, li sêgoşeya Sûriye, Iraq û Urdinê dikeve û bi armanca rûbirûbûna DAIŞê, di sala 2014an de ji aliyê Hevpeymaniya Navdewletî hatiye damezirandin.

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin