Bi roketan êrîsî baregeha leskerî ya Tirk kirin
PeyamaKurd – Hat ragihandin ku bi 8 roketan êrîşî baregeha leşkerî ya artêşa Tirk a li navçeya Başîka ya nêzî Neynewayê hatiye kirin.
Navenda Dijî Terorê ya Kurdistanê ragihand, îro danê sibê derdora saet 07:45ê de, bi roketan êrişî baregeha leşkerî ya Zêlkan a ku leşkerên Tirkiyê tê de ne, li navçeya Başîka ya parêzgeha Neynewayê hatiye kirin.
Ji 8 roketan 2 li hundirê baregehê ketin, yên din jî li derdora baregehê ketin.
Hat ragihandin ku di êrîşê de kuştî û birîndar çênebûne.

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin