SOHR: Ji dema ketina Esed ve DAISê di 6 êrîsan de 70 kes kustin
PeyamaKurd – Hate ragihandin ku çekdarên DAIŞê ji dema ketina rêjîma Beşar Esed ve 6 êrîş li biyabana Sûriyeyê pêk anîn û 70 kes kuştin ku 18 ji wan sivîl in.
Çavdêriya Mafên Mirovan a Sûriyê (SOHR) îro 15ê Kanûnê ragihand, “Tirs li ser vegera çalakiyên şaneyên DAIŞê zêde dibin, bi taybet piştî hêzên rêjîmê ji cih û baregehên xwe reviyane û valahiya ewlekarîyê çêbûye.”
SOHRê da zanîn, hejmara êrîşên DAIŞê li biyabana Sûriyeyê ji dema ketina rejîmê di 8ê Kanûnê ve, gihîşt 6 êrîşan ku di encamê de 70 kes hatin kuştin, ji nava wan 52 leşker û çekdarên ser bi rêjîmê ve û 18 jî sivîl in.
Li gorî SOHRê şaneyên DAIŞê hejmarek ji leşkerên ku ji xizmeta leşkerî reviyane, li beyaban û Dêrezorê revandine.

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin