14 baroyên Bakurê Kurdistanê li ser kustinên bi wesayîtên zirxî daxuyanî dan

05 September 2021 22:08 0 dîtin
14 baroyên Bakurê Kurdistanê li ser kustinên bi wesayîtên zirxî daxuyanî dan

PeyamaKurd – 14 baroyên bajarên Bakurê Kurdistanê, derbarê kuştinên bi wesayîtên zirxî yên wekî qeza têne nîşandan ku herî dawî li navçeya Hezexê ya Şirnexê zarokê bi navê Mîhrac ê 7 salî di bin wesayîta zirxî de can dabû, daxuyaniyeke hevbeş dan.

Di daxuyaniyê de hat gotin ku Mîhrac Mîrogluyê 7 salî, bi lêdana wesayîta zirxî ya leşkerî li navçeya Hezexê ya Şirnexê can daye û daxwaz hat kirin ku lêpirsîneke bi bandor derbarê bûyerê de were kirin û tawanbar werin cezakirin.

Baroyan diyar kirin ku ew rûdaneye yekemîn e ku zarok di bin wesayîtên leşkerî de dimînin û dimirin û hat destnîşankirin ku ew dê ne ya dawî jî be.

Hêjayî bibîrxistinê ye, li gorî rapora Komeleya Mafên Mirovan (IHD) di nav salên dawî de, bi lêdana wesayîtên leşkerî 16 ji wan zarok 36 kesan can daye û 85 kes jî birîndar bûne.

Daxuyaniya hevbeş ji aliyên baroyên bajarên Şirnex, Diyarbekir, Mêrdîn, Semsûr, Agirî, Batman, Çewlig, Bedlîs, Dêrsîm, Colamêrg, Mûş, Sêrt, Riha û Wanê ve hat ragihandin.