Îdia: Koreya Bakur, dest bi sandina çekan kir!

06 October 2023 15:00 0 dîtin
Îdia: Koreya Bakur, dest bi sandina çekan kir!

PeyamaKurd- CBS Newsê îdia kir ku Koreya Bakur dest bi şandina çekan a ji bo Rusyayê kiriye.

CBS News ragihand ku li ser bingeha daxuyaniya rayedarekî Amerîkî ku navê wî nehat zanîn, mijarên "pêşkêşkirina çekan û hevkariya leşkerî" hatin gotûbêjkirin.

Li gorî îdiayê, Pyongyangê piştî hevdîtina Rêberê Koreya Bakur Kim Jong-un û Serokê Dewleta Rusyayê Vladimir Putin dest bi şandina çekan ji bo Moskowê kiriye.

Di nûçeyê de hat îdiakirin ku ne diyar e bê ka Koreya Bakur di berdêla çekên ku tê îdiakirin dest bi şandina kiriye ji Rusyayê çi standiye, yan jî sewqiyata ku behsa wê tê kirin "beşek ji zincîra peydakirina demdirêj e yan jî sewqiyata bisînortir e yan na."