Li Koreya Bakur, pistî 3 salan seferên asîmanî dest pê kirin

22 August 2023 17:00 0 dîtin
Li Koreya Bakur, pistî 3 salan seferên asîmanî dest pê kirin

PeyamaKurd- Li gorî agahiyên ku hatin ragihandin, Koreya Bakur ku piştî destpêka şewba COVID-19ê sînorên xwe girtibûn, piştî 3 salan yekem firîna balafira rêwiyan a navneteweyî da destpêkirin.

Li gorî daneyên malpera şopandina balafiran Flightradar24ê, rêyên asîmanî yên neteweyî yên ku ji Pyongyangê ya paytexta Koreya Bakur, diçin, balafira Air Koryo ya bi navê "JS151" li Pekîna paytexta Çînê bi rê ket.

Sefera Pyongyang-Pekînê ya Air Koryo ku biryar bû duh bihata kirin, ji ber sedemeke nediyar hat betalkirin.

Koreya Bakur herî dawî îşaret kir ku ew ê ji ber derketina COVID-19 girtina 3 salan bi dawî bike.

Karbidestên Çînî û Rusî, meha borî beşdarî merasîma leşkerî ya li paytaxt Pyonyang bûbûn û bûbûn yekem şandên biyanî ku ji destpêka derketinê ve serdana wî welatî dikin.