Koreya Bakur dev ji çekên nuklerî berdide!
PeyamaKurd- Serokê Amerîkayê Donald Trump û yê Koreya Bakur Kim Jong-un li Sîngapurê civîneke dîrokî pêk anîn. Di encama civînê de her du dewletan bi hev re peymanek îmze kirin.
Ev demeke dirêj bû ku navbera Amerîka û Koreya Bakur pir nexweş bû. Ji bo hevdîtinan jî gelekî nîqaş hatine kirin. Lê taliyê serokên her du dewletan li hev civîn û li hev hatin.
Li gorî agahiyan, civînê 40 deqîqeyî dewam kir û di civînê de peymaneke berfireh hatiye îmzekirin.
Piştî hevdîtinê Serokê Amerîkayê Donald Trump got ku ji bo hemî dinyayê em ê pirsgirêkeke pir mezin çareser bikin. Di demeke nêzîk de dinya wê hûrgiliyên peymanê bibîne. Serokê Koreya Bakur Kim Jong-un jî got ku dinya wê guhertineke pir mezin bibîne.
Li gorî peymanê Koreya Bakur êdî wê dev ji hemî çekên nuklerî berde. Ji xeynî vê jî têkiliyên Amerîka û Koreya Bakur wê bi pêş de herin.

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin