Koreya Bakur bi çekên atomî gefa hejandina dinyayê xwar!

09 February 2022 21:17 0 dîtin
Koreya Bakur bi çekên atomî gefa hejandina dinyayê xwar!

PeyamaKurd – Koreya Bakur gefa bikaranîna moşek û bombeyên hidrojenê yên atomî xwar ku ji bo Amerîkayê wekî gefa herî mezin li cîhanê tê dîtin.

Wezareta Derve ya Koreya Bakur di daxuyaniyekê de gotiye, di destê wan de bombeyên hidrojenê, moşekên balîstîkî yên parzemînî û moşekên hîpersponîk hene ku di menzîla parzemîna Amerîkayê de ne.

Di daxuyaniyê de hatiye diyarkirin ku ew dikarin bi vê hêza xwe ya çekên nukleerî dinyayê bihejînin û hatiye gotin ku li dijî parzemîna Amerîkayê ew çekên bombeyên hidrojenê, fuzeyên balîstîk û hîpersonîk li ber fermana wan in.

Li aliyê din Wezareta Derve ya Amerîkayê jî li ser van gefên rêveberiya Pyongyangê daye xuyakirin ku ew daxuyanî gefeke li pêşiya aştî, ewlehî û berbelavbûna çekên nukleerî û hatiye gotin, ti niyeteke dijminane ya Amerîkayê li dijî wî welatî (Koreya Bakur) nîne.