Koreya Bakur, gefa giran li wî welatî xwar
PeyamaKurd- Li gorî agahiyên hatin parvekirin, rêvebiriya Koreya Bakur, li ser stratejiya ewlehiyê ya nû ya Japonyayê ya ji bingeh ve hawirdora ewlehiya herêmî guhertiye, gef xwar.
Di agahiyên hatin parvekirin de hat diyarkirin ku li hember stratejiya ewlekariya neteweyî ya Japonyayê ku vê dawiyê hatiye guherandin, ji Koreya Bakur bertekek tund hebû û li ser vê yekê ji aliyê Wezareta Karên Derve ya Koreya Bakur ve daxuyaniyek hat dayîn.
Di daxuyaniya nivîskî ya Wezareta Karên Derve ya Koreya Bakur de hat îdiakirin ku Tokyo li Nîvgirava Koreyê û li herêma Rojhilatê Asyayê bi qebûlkirina stratejiyeke ewlehiyê ya nû ku şiyana lêdana pêşîlêgirtinê ya li hember welatên din bi bandor nîşan dide, bû sedema qeyrana ewlehiyê ya giran.
Bi rêya daxuyaniyê hat destnîşankirin ku ji ber polîtîkaya nû ya Japonyayê, hawirdora ewlehiyê ya li herêmê bi awayekî bingehîn hatiye guhertin û wiha hat gotin,
"Em careke din bi bîr tînin ku mafê me heye ku ji bo parastina mafên xwe yên bingehîn, li hember aloziya herêmê, tedbîrên leşkerî yên wêrek û bibiryar bigirin. Japonya wê di demeke nêz de bi lez hîn bibe ku hilbijartineke xelet û gelek xeternak kiriye.
Di daxuyaniyê de hat gotin ku rêveberiya Koreya Bakur, bi daxuyaniya herî dawî nîşane bi 'ceribandinên nû yên moşekên balîstîk' kiriye.

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin