Koreya Bakur, li dijî wî welatî dest bi tevgerên tolhildanê kirin!
PeyamaKurd- Li gorî agahiyên ji qada berevaniya Koreya Bakur hatin ragihandin, ji bo tolhildana Tetbîqata Mertala Azadiyê ya hevpar a ku Amerîka û Koreya Başûr li herêmê dabûn destpêkirin, 2 moşekên Kruzê yên stratejîk ji bin deryayê havêtine.
Di serdema ku Koreya Başûr û Amerîkayê dest bi tetbîqata Mertalê Azadiyê kirin ku wekî tetbîqata hevpar a herî berfireh a 5 salên dawî tê pênasekirin, îro ji aliyê Koreya Bakur ve li dijî hevpeymaniya Seul-Washingtonê, bertek hat nîşandan.
Koreya Bakur, di çarçoveya tetbîqata leşkerî ya duh de ji keştiya bi nav û deng a "8.24 Yongung" 2 moşekên Kruzê yên stratejîk havêtin û hat destnîşankirin ku moşekên ku bi qasî hezar û 500 kîlometroyî çûne, bi awayekî serkeftî li hedefên ji berê diyarkirî yên li Deryaya Rojhilat ketine.”
Di tetbîqatê de ku pesnê Komîsyona Leşkerî ya Navendî ya Partiya Karkerên Koreyê da, hat gotin ku "Artêşa Gelê Koreyê, biryardariya xwe nîşan dide ku bi giranî û xurt tevgerên leşkerî yên Amerîka û Koreya Başûr û operasyona çalak a şiyana pêşîgirtina şerê nukleerî kontrol bike."

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin