Ji Yûnanistanê bersiva gefa fuzeyan a Erdogan: ‘Helwestên Koreya Bakur in’

12 December 2022 22:01 0 dîtin
Ji Yûnanistanê bersiva gefa fuzeyan a Erdogan: ‘Helwestên Koreya Bakur in’

PeyamaKurd – Wezîrê Derve yê Yunanistanê Nikos Dendias, li ser gefên doh 11ê Kanûnê yên Serokomarê Tirkiyeyê Recep Tayyip Erdogan ku gefa êrîşa bi fuzeyan li Atînayê xwaribû, daxuyanî da.

Dendias, di civînê Wezîrên Derve yên NATOyê de got: "Nayê qebûlkirin ku ji aliyekî welatekî endama NATO ve gefa êrîşa fuzeyan bê xwarin û divê ji aliyê civaka navdewletî ve bê şermezarkirin.”

Herwiha Dendias daxuyaniyên Erdogan wekî ‘Helwestên Koreya Bakur’ pênase kir û diyar kir: “Cihê helwestên wekî yên Koreya Bakur di nav NATOyê de nîne, divê nebe.”