Ji Erdogan gefa Derya Spî: Wê bersiva wê bi mislî bistînin

14 August 2020 17:10 0 dîtin
Ji Erdogan gefa Derya Spî: Wê bersiva wê bi mislî bistînin

PeyamaKurd – Serokomarê Tirkiyê Recep Tayyip Erdogan, îro 14ê Tebaxê piştî nimêja înê li ser krîza Derya Spî ji rojnamevanan re axivî û gef li Yunanistan û welatên din ên ewropî ku piştgiriya wê dikin xwar.

Erdogan li ser mafên Tirkiyê li beravên Derya Spî got, “Heger di vê helwesta xwe de berdewam bikin, wê bi mislî bersiva wê bistînin. Ne mimkun e em bê bersiv bihêlin.”

Erdogan herwiha diyar kir ku wê Keştiya lêgerîna gaz û petrolê Oruç Reîs xebatên xwe heta 23yê mehê berdewam bike û wî bi Merkel re li ser mijarê axivî ye û li ser daxwaza wê li hev kirine ku proseyê bipêş bixin.