Yûnanistanê li ser ‘êrîskariya Tirkiyê’ gefa bersiva leskerî xwar
PeyamaKurd – Wezîrê Berevaniya Yûnanistanê Nikos Panagiotopoulos, li ser destdirêjiya Tirkiyê ya li Rojhilatê Derya Spî û çalakiyên lêgerîna jêderên wejenê (enerjiyê) Tirkiye bi êrîşkariyê tawanbar kir û gefa bersiva leşkerî xwar.
Panagiotopoulos, ji televizyoneke Yûnanî re daye xuyakirin, ji bo welatê wî li hemberî êrîşkariya vê dawiyê ya Tirkiyê raweste, bijardeyên leşkerî û zêdekirina hêza leşkerî li wan sînorên Tirkiye çalakiyên destwerdanê dike, li ber wan e.
Panagiotopoulos wekî bijardeyekê destwerdana leşkerî anî ziman û got, “Em naxwazin vê bikin, lê divê bê zanîn ku ji bo em mafê serweriya xwe biparêzin tişta mimkun çi be emê wê bikin.”

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin