Koreya Bakur: Pistgiriya me dê ji bo wî welatî berdewam be!

12 June 2023 14:00 0 dîtin
Koreya Bakur: Pistgiriya me dê ji bo wî welatî berdewam be!

PeyamaKurd- Serokê Koreya Bakur Kim Jong-un, di peyamekê de ku ji Serokê Dewleta Rusyayê Vladimir Putin re şandibû, daxwaza xwe ya ji bo baştirkirina pêwendiyên stratejîk ên navbera Pyongyang û Moskowê hanî zimên.

Li gorî ku hat ragihandin, Kim Jong-un, bi boneya "Roja Rusyayê" peyameke pîrozbahiyê ji Vladimir Putin re şand.

Hat diyarkirin ku Kim têkiliyên di navbera welatê xwe û Rusyayê de wekî "têkiliyeke stratejîk a binirx" bi nav kir û diyar kir ku welatê wî dê hewil bide ku hevkariya navborî xurt bike.

Hat zanîn ku Kim tekez kir ku welatê wî di şerê Rusya û Ukrayna de ligel Rusyayê ye û da zanîn ku ew dê "piştgiriya tam û hevgirtinê" bidin Rusyayê ku şerê xwe yê bi Ukraynayê re berdewam dike.

Her wiha tê îdiakirin ku tevî ambargo û şermezarkirina civaka navneteweyî ya li dijî Rusyayê ji ber şerê li Ukraynayê, Pyongyang çek şandine Moskowê.