Koreya Bakur û Basûr li ser çekên nukleerî li hev kirin!
PeyamaKurd- Serokên Koreya Bakur û Koreya Başûr li Pyongyangê bi hev re hevdîtinek pêk anîn û li hev kirin ku nîvgirava Koreyê ji çekên nukleerî paqij bikin.
Serokê Koreya Başûr Moon Jae-in û Serokê Koreya Bakur Kim Jong-un li paytextê Koreya Bakur li Pyongyangê hevdîtineke dî jî pêk anîn. Di pey hevditînê re daxuyanî hatin kirin.
Serokê Koreya Başûr Moon Jae-in got ku Koreya Bakur wê tesîsa moşekên nukleerî ya herî girîng bigire. Lê belê peyman girêdayî Amerîkayê ye ku hinek gavan bavêje. Heke Amerîka gavên divê biavêje, tesîsa çekên nukleerî ya li herêma Dongchang-riyê wê were girtin.

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin