Koreya Basûr, li ser çekên nukleerî yên wî welatî daxuyanî da
PeyamaKurd- Wezareta Karên Derve ya Koreya Başûr diyar kir ku bidestxistina çekên nukleerî ji aliyê Koreya Bakur ve qet nayê naskirin û sizayên civaka navneteweyî dê zêdetir bibin.
Li gorî nûçeya Yonhapê ya Koreya Başûr, Wezareta Karên Derve li ser bidestxistina çekên nukleerî yên Koreya Bakur de daxuyanî da û got ku
"Civaka navneteweyî bi awayekî eşkere pêşketin û provokasyonên Koreya Bakur ên di qada nukleerî û moşekan de qedexe kir. Kiryar û daxuyaniyên Koreya Bakur ferq nake, bidestxistina çekên nukleerî dê tu car neyê naskirin û dorpêçên civaka navneteweyî dê zêdetir bibin."
Li gorî nûçeya Ajansa fermî ya Koreya Navendî ya Koreya Bakur (KCNA), Wezîrê Karên Derve Choe Son-hui di daxuyaniya xwe ya çapemeniyê de duh hebûna welatê xwe ya çekên nukleerî wekî "mafeke serwerî" bi nav kiribû û wiha axivîbû:
"Redkirina helwesta dewleta xwe ya çekên nukleerî ji aliyê Bakur ve û hewildana ji bo bêçekkirina nukleerî ya welatê xwe yek ji serweriya herî ciddî ye.

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin