Koreya Basûr, di qada nukleerî de rista xwe zêde dike

17 September 2023 20:59 0 dîtin
Koreya Basûr, di qada nukleerî de rista xwe zêde dike

PeyamaKurd- Li gorî agahiyên ku hatin ragihandin, Koreya Başûr ku di warê enerjiya nukleerî de yek ji welatên pêşeng e, bi projeyên santralên nukleerî yên ku di van salên dawî de li derveyî welêt dimeşîne, di qada navneteweyî de rista xwe zêde dike.

Hat diyarkirin ku Koreya Başûr yekem hêza nukleerî ya li derve, bi projeya xwe ya li Îmaratê santrale temam dike û di heyama nû de jî ji Tirkiyeyê heta Polonyayê, ji Misirê heta Ûgandayê, li welatên cihê eleqeyê nîşanî projeyên santralê dide.

Koreya Başûr, welatê 6emîn e ku piştî Amerîka, Fransa, Çîn, Japonya û Rusyayê, xwedî kapasîteya enerjiya nukleerî ya herî zêde ye. 

Li gorî daneyên fermî, hilberîna enerjiya nukleere, di sala 2021ê de gihîştiye 24,7 gigawattan.