John Kirby: Koreya Bakur hewl dide siyanên xwe yên mosekên balîstîk pês bixe
PeyamaKurd – Koordînatorê Ragihandina Stratejîk a Konseya Ewlekariya Neteweyî ya Qesra Spî John Kirby di brîfînga xwe ya rojane ya çapemeniyê de li ser ceribandinên moşekî yên Koreya Bakur nirxandinek kir.
Kirby diyar kir ku haya wan jê heye ku Koreya Bakur hewl dide şiyanên xwe yên moşekên balîstîk pêş bixe.
Kirby tekîd li ser wê yekê kir ku ji bo parastina Amerîka û hevpeymanên wê li hember gefên Koreya Bakur çi pêwîst be wê bikin û diyar kir ku Serok Joe Biden li ser hevkariya sêalî ya bi rayedarên Koreya Başûr û Japonyayê re gelek dijwar dixebite.
Li ser pirsa li hember provokasyonên muhtemel ên Koreya Bakur ên derbarê hilbijartinên îsal de li Amerîka û Koreya Başûr çi tedbîr hatin girtin, Kirby diyar kir ku divê ti aktorekî biyanî mudaxeleyî hilbijartinan neke û ji bo tespîtkirin û pêşîgirtina li van hilbijartinan ew ê guh bidin hewldanên destwerdanê.

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin