Jung Pak: Serê DYA û Koreya Bakur egereke dûr e

16 February 2024 19:14 0 dîtin
Jung Pak: Serê DYA û Koreya Bakur egereke dûr e

PeyamaKurd - AFP'ê Berpirsê Karûbarên Koreya Bakur yê Wezareta Derve ya Dewletên Yekbûyî yên Amerîkayê (DYA) Jung Pak, di derbarê hewlên xeternak ên Koreya Bakur de ji AFPê re axivî. Pak, destnîşan kir ku DYA, li hember her kar û hewldanên Pyongyangê baldar e û hewl dide ku vê baldariya xwe bidomîne û got: "DYA wê bi hevalbendên xwe Japonya û Koreya Başûr re hewlên aramkirina herêmê bimeşîne."

Jung Pak, di derbarê Rêberê Koreya Bakur Kim Jong-un de wiha axivî:

"Bi rastî, ez nebawerim ku helwesta Kim guheriye. Em ti sînyalên tevgereke êrîşkar a ku rasterast bi DYAyê re şer bike nabînin. Ev egereke dûr e. Tenê Kim biryar da ku bi taybetî bi DYAyê re, ji bo diyalog û dîplomasiyê dem ne guncav e lê belê diyar e ku ew bi Rûsyayê re hevalbendiya xwe xurt dike.

Di destpêka vê salê de, Kim Jong-un ragihand ku Koreya Başûr "dijminê sereke" yê welatê wî ye û wî dev ji saziyên ku armanca wan yekbûn û lihevhatina herdû Koreyan e berdaye û got ku eger êrişek li ser welatê wî pêk bê, wê Pyongyang ji bo rûx,andina Koreya Başûr dudilî nabe.

Di vê çarçoveyê de, Pyongyang ceribandinên xwe yên mûşekên nukleer û hîpersonîk ên balîstîkî û sîstema wan a binê avê û sotemeniya zexm, zêde kir.

Du vekolerên kevnar; Berpirsê berê yê Wezareta Derve ya DYA Robert Carlin û zanyarê nukleerê Siegfried Heckler gotin: "Kiryarên Kim destnîşan dikin ku dibe wî xwe qanî kiriye ku rêkeftina bi DYAyê re têk çûye û divê ew li çareseriyek leşkerî bigere."

Sê hevdîtinên Kim yên bi Serokê berê yê DYA Donald Trump re bûn sedema kêmbûna aloziya navbera her du welatan, lê belê ev hevdîtin bi peyameke mayînde bi encam nebûn.

Rêberê Koreya Bakur pêşniyarên nûkirina diyalogê ya asteke nizim a rêveberiya Joe Biden ji red kir.

Jung Pak diyar kir ku Washington amade ye bêyî şert û merc bi Pyongyangê re dest bi danûstandinan bike lê belê Kim, ji ber hewlên xwe yên ji bo domandina desthilatdariya dîktatorî û bernameya nukleerî ku yek ji armancên wî yên sereke ye, van pêşniyazan red kir.