Ji HRWê daxuyaniya ser kustina Jîna Emînî: Divê bên ceza kirin
PeyamaKurd - Rêxistina Şopandina Mafên Mirovan a Nadewletî - Human Rights Watch (HRW) derbarê kuştina keça Kurd a 22 salî Jîna Emînî (Mahsa Aminî) de ku li Rojhilatê Kurdistanê û Îranê ev çend roj in kuştina wê tê protestokirin daxuyanî da.
HRWê daxwaz ji rejîma Îranê kir, lêkolîneke zelal li ser mirina Jîna Emînî bike û ragihand, “Mirina wê keçê piştî girtina wê ji ber awayê cilûbergên wê ve, delîlek li ser hilweşîneke xirab e.”
HRWê daxwaza cezakirina berpirsên kuştina Jîna Emînî û qerebûkirina malbatê kir û diyar kir; “Divê desthilatdarên Îranê demildest yasaya sepandina hîcabê ya bi neçarî hilweşîne û yasayên din ên ku jinê ji serxwebûnê û mafên wê bêpar dikin jî hilweşînin yan sererast bikin.”
Herwiha HRWê da zanîn, “Tenê wê demê dê pêşketinek ji bo jinavbirina cudakarî, tundûtûjî û mirina ku nîvê civaka Îranê ji ber dewleteke zordar dinale, çêbibe.”
Keça Kurd a 22 salî Jîna Emînî roja 13ê Îlona 2022an bi birayê xwe re ji bajarê Seqizê çûbû Tehranê û ji ber pora wê xuya bûye ji aliyê polîsê ehlaqê yên rejîma Îranê ve bi lêdan û îşkenceyê hatibû binçavkirin. Emînî 16ê Îlonê jî li nexweşxaneyê can dabû.
Piştî belavbûna nûçeya kuştina Jîna Emînî bi taybet li Rojhilatê Kurdistanê û bajarên Îranê xwepêşandan berdewam dikin ku heta niha li gorî rêxistina Hengawê 5 kes bi destwerdana hêzên Îranê hatine kuştin û bi sedan kes jî birîndar bûne.

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin