Di civîna gistî ya Neteweyên Yekgirtî de nûnerê Îsraîlê kustina Jîna Emînî protesto kir

20 September 2023 23:29 0 dîtin
Di civîna gistî ya Neteweyên Yekgirtî de nûnerê Îsraîlê kustina Jîna Emînî protesto kir

PeyamaKurd – Nûnerê daîmî yê Îsraîlê yê Neteweyên Yekgirtî Erdan, di wexta serokê Îranê Îbrahîm Reîsî di civîna giştî ya NY de diaxifî, bi posterê keça Kurd jîna Emînî ya ku polîsê exlaqê yê Tehranê wê di Êlûna sala borî de şehîd kiribû, li salona civînê çalakiyê kir.

Erdan, dema bi posterê Jîna Emînî ku li serê dinivîsand û digot; ‘Jinên Îranê azadiyê heq dikin. Niha!’, di salona civînê de digeriya û paşî wêneyê xwe di ser medya civakî Twitterê de belav kir.

Erdan di parvekirinê de got ku bi sedan Îranî di derveyê navenda NY de, ji civaka navdewletî destekê dixwaze û dewam kir:

“Ji bo rastiyê ez ê dev ji têkoşînê bernedim.”

Li ser tevgera Erdan, wezîfedarên NY wî ji salona civînê derxistin.