Nûnerê taybet yê Neteweyên Yekgirtî ji bo sopandina hilbijartinên Kurdistanê giha Erbîlê
PeyamaKurd – Nûnerê taybet yê Neteweyên Yekgirtî yê Iraqê Muhammed Hasan ji bo hilbijartinên parlementoya Kurdistanê bişopîne giha Erbîlê. Muhammed Hasan li Erbîlê li balafirgeha navdewletî ji aliyê parêzgerê Erbîlê Umîd Xoşnaw de hat pêşwazîkirin.
Piştî pêşwaziyê, Muhammed Hasan û parêzgerê Erbîlê Umîd Xoşnaw hevdîtinekî kirin. Xoşnaw bi sedema tayînkirina Hasan ya ji bo Iraqê ew pîroz kir. Xoşnaw got ku şopandina hilbijartinê ji aliyê Neteweyên Yekgirtî de gelek girîng e.
Umîd Xoşnaw balê kişand ser girîngiya têkiliyên Herêma Kurdistanê û Neteweyên Yekgirtî.

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin