Pistî vegera Sûriyê ya Komkara Erebî NY jî kete tevgerê
PeyamaKurd – Piştî ku rejîma Sûriyê ya bi seroktiya Beşar Esed piştî 12 salan vegeriya nav Komkara Erebî, Neteweyên Yekbûyî (NY) jî xebatên bo çareserkirina krîza Sûriyê zêde kirin.
Li gorî ragihandina rojnameya El Beyan, "Vegerandina Sûriyeyê li Komkara Erebî hişt ku NY tevgerên dîplomasiyê ji bo bidawîkirina krîza Sûriyeyê zêde bike û ′xebata aştiyê′ pêk bîne.”
Nûnerê NY yê Taybet bo Sûriyeyê Geir Pedersen ragihand, civîna Moskowê ya çaralî, civîna Emanê, biryara vegerandina Şamê li Komkara Erebî, biryara avakirina komîteya wezaretê ya Ereban û beşdariya Beşar Esed di lûtkeya Cideyê de, hiştiye ku hewldanên li ser çareserkirina krîza Sûriyê li qada navnetewî çalak bibin.
Li gorî çavkaniyan rojnameya El Beyan, komeke Ereban ji bo bawerkirina Yekîtiya Ewropayê (YE) bi Şamê re xebatan dike, lê pêdivî li gorî lihevkirina di lûtkeya Cideyê de bi siyaseta ′gav bi gav′ heye."

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin