Qeterê helwesta xwe ya bo vegera Sûriyê ya Komkara Erebî eskere kir!
PeyamaKurd – Serokwezîr û Wezîrê Derve yê Qeterê Şêx Mihemed Bin Ebdulrehman Al Sanî ligel hevtaya xwe ya Almanî Annalena Baerbock civîneke rojnamevanî li dar xist.
Al Sanî li ser biryara Komkara Erebî ya vegera Sûriyê got, ew ji biryara Komkara Erebî dernekevin, lê her welatek sebixwe ye ji bo asayîkirina pêwendiyên bi Sûriyê re.
Wezîrê Derve yê Qeterê Şêx Mihemed Bin Ebdulrehman Al Sanî got: Helwesta ku me eşkere kiriye, Qeter naxwaze ji rêkeftinên Ereban derbikeve. Lê her welatek xwedî biryara ya xwe ya serwerîyê ye ku pêwendiyên xwe yên dualî asayî bike.”
Wezîrê Derve yê Qeterê diyar kir: “Em li Qeterê dinirxînin ku tekane çareserî ji bo asayîkirina pêwendiyan bi rêjîma Sûriyê re, herî kêm ji bo me, dîtina çareseriyeke dadperwerane û giştgîr ji pirsgirêka Sûriyê re ye. Karekî hevpar a Ereban heye ku em hemû tê de em li ser wê lihev dikin, ew jî vegera penaberan a bi ewle û dîtina çareseriyeke siyasî li gorî biryara navdewletî 2254 e.”
Şêx Mihemed Al Sanî herwiha got: “Di dawiyê de pirsgirêk ne di navbera me û rejîma Sûriyê de ye, lê belê di navbera rejîmê û gelê wê de ye û çareseriya ku were cibicîkirin, divê gelê Sûriyê yê 12 sal in ji ber rewşa şer dinale, jê razî be.”
Hêjayî gotinê ye, piştî 12 salan, roja 7ê Gulana 2023yan biryara vegera Sûriyê ya nav Komkara Erebî hat dayîn û Şahê Erebistana Siûdî Selman Ebdulezîz jî ji bo beşdarî Lûtkeya Erebî ya 19ê Gulanê bibe, vexwendnameyeke fermî pêşkeşî Serokê Sûriyê Beşar Esed kir.
Li aliyê din, îro Çarşemê jî li bajarê Cidde civîneke amadekariyê ji bo wezîrên derve yên Ereb tê lidarxistin û piştî 12 salan, Wezîrê Derve yê Sûriyê Feysel Miqdad jî beşdar bibe.

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin