Komkara Erebî wê biryarê li ser vegera Sûriyê ya nav rêxistinê bide

14 April 2023 17:47 0 dîtin
Komkara Erebî wê biryarê li ser vegera Sûriyê ya nav rêxistinê bide

PeyamaKurd – Rêxistina Komara Erebî ku ji welatên ereb pêk tê, di civîna ku îro 14ê Nîsanê li dar dixe de, mijara vegera Sûriyê ya nav Komkara Erebî gotûbêj dike.

Komara Erebî ku bi navê Yekîtiya Ereban tê naskirin, sala 2011an piştî şerê navxwe Sûriyeya ku ji sala 1925an ve endamê rêxistinê bû, ji nav xwe derxistibû û heta niha jî nûnertiya rejîma Sûriyê li nav Komkara Erebî nayê kirin.

Wezîrên Derve yên Misir, Urdun, Iraq û welatên Konseya Hevkariya Kendavê (KÎK) îro li Cîddeyê civîna îstîşareyê li dar dixin û wê biryarê bidin bê ka Sûriye dê li Yekitiya Ereban vegere yan na.

Tê çaverêkirin di civînê de ji bo vegera Sûriyê ya nav Komkara Erebî û beşdariya wê ya li lûtkeya Ereb a meha Gulanê ya Riyadê de, biryar bê dayîn.

Li gorî çavkaniyan, biryara vegera Sûriyê piştî danûstandinên çend welatên Ereb bi Şamê re gihîştiye astaka ku hejmarek welatên Ereb êdî bi erênî li vegera Sûriyê dinêrin.