Serokê Herêmê serdana Bexdayê dike: Wê bi Sûdanî re bicive
PeyamaKurd - Hate ragihandin ku Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî, wê serdana Bexdayê bike û bi Serokwezîrê Iraqê Mihemed Şiya Sûdanî re di derbarê pêwendiyên Hewlêr û Bexdayê de gotûbêj bike.
Berdevkê Serokatiya Herêma Kurdistanê Dilşad Şihab bi daxuyaniyekê ragihand ku Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî wê îro serdana Bexdayê bike.
Dilşad Şehab diyar kir ku Nêçîrvan Barzanî, wê bi Serokwezîrê Iraqê Mihemed Şiya Sûdanî re bicive û pêwendiyên Hewlêr û Bexdayê û pirsên hevbeş gotûbêj bike.
Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî di 27ê Avrêlê de jî serdana Bexdayê kiribû û beşdarî civîna Hevpeymaniya Birêvebirina Dewletê bûbû û piştre bi Serokwezîrê Iraqê Mihemed Şiya Sûdanî û hin berpirsên hikûmeta navendî û partiyan re civiyabû.
Li gor daxuyaniya Serokatiya Herêma Kurdistanê, Nêçîrvan Barzanî û berpirsên Iraqê, di hevdîtinan de ji bo çareserkirina pirsgirêkên di derbarê pêvajoya siyasî, geşedanên dawî yên Iraq û Herêma Kurdistanê gotûbêj kirin.

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin