Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî serdana Bexdayê dike
PeyamaKurd - Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî ji bo çendîn hevdîtinan li Bexdayê ye. Barzanî dê bi Serokwezîr, Serokomar û Serokê Parlamentoya re Iraqê re bicive.
Îro pencşemê (20.06.2019) danê nîvro Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî gihişt Bexdayê û tê çaverêkirin ku bi Serokwezîr Adil Ebdulmehdî, Serokomar Berhem Salih û Serokê Parlamentoya Iraqê Mihemed Helbûsî re bicive.
Piştî ku wekî Serokê Herêma Kurdistanê hat hilbijartin û sonda yasayî xwar bo cara yekemîn ku serdana Bexdayê dike.
Nêçîrvan Barzanî di yekem gotara xwe ya piştî sondxwarinê de amadebûna Herêma Kurdistanê ji bo çareserkirina pirsgirêkan li gel Bexdayê nîşan dabû.

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin