Serokê Herêmê bi Guterres re civîya: Divê Hewlêr û Bexda ast bibin
PeyamaKurd - Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî û Sekreterê Giştî yê Neteweyên Yekbûyî Antonio Guterres hilbijartinên Parlamentoya Kurdistanê gotûbêj kirin.
Herwiha Barzanî û Guterres behsa rewşa ewlehî û siyasî ya Îraqê û pirsgirêk û metirsiyên li ser aştî û aramiya Îraq û herêmê kirin.
Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî di çarçoveya Konferansa Ewlehiyê ya Munîhê de bi Sekreterê Giştî yê Neteweyên Yekbûyî Antonio Guterres re hedîtinek pêk anî.
Serokatiya Herêma Kurdistanê li ser hevdîtinê daxuyaniyek belav kir.
Li gorî daxuyaniyê, her dû serkirdeyan gringiya aştî û aramiya Herêma Kurdistan û Iraqê ya ji bo Rojhelata Navîn destnîşan kirine û diyar kirine ku divê serweriya Iraqê bê parastin û rê neyê dayîn ku Iraq bikeve nav aloziyan.
Herwiha Barzanî û Guterres tekez kir ku herêm di rewşeke ewlehiyê ya hestiyar re derbas dibe, divê ji bo aramkirina rewşê û parastina aştiyê her kes bibe alîkar.
Nêçîrvan Barzanî rola Neteweyên Yekbûyî û alîkariyên wê yên ji bo Îraq û Herêma Kurdistanê û kar û çalakiyên wê bilind nirxandinin.
Herwiha Guterres jî ji ber rola erênî ya di pêvajoya siyasî ya Îraq û Herêma Kurdistanê de kiriye spasiya Nêçîrvan Nêçîrvan Barzanî kir.
Li gorî daxuyaniyê, pirsgirêkên ne çareserkirî yên di navbera Hewlêr û Bexdayê de, rewşa navxwe ya Herêma Kurdistanê, pêwîstiya pêkanîna hilbijartinên Herêma Kurdistanê di demeke nêz a guncaw de, şerê Xezeyê û rewşa herêmê mijarên din ên civînê bûne.

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin