Encûmena Wezîran: Divê ti behaneyek ji Bexdayê re nemîne!

25 October 2023 20:23 0 dîtin
Encûmena Wezîran: Divê ti behaneyek ji Bexdayê re nemîne!

PeyamaKurd – Encûmena Wezîran a Herêma Kurdistanê, îro 25ê Cotmehê bi seroktiya Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî û amadebûna Cîgirê Serokwezîr Qubad Talebanî civiya. Di civînê de, hemû aliyên pêwendîdar hatin erkdarkirin ku li gorî lihevkirina bi hikûmeta Iraqê re li ser budçe û mafên darayî yên Kurdistanê, ti behaneyekê ji Bexdayê re nehêlin.

Hikûmeta Kurdistanê piştî civînê ragihand, di beşa yekem de, encamên civîna hevbeş a di navbera Komîteya Darayî ya Encûmena Nûneran û şanda Hikûmeta Herêma Kurdistanê bi serokatiya Wezîrê Darayî û Aborî û bi amadebûna Wezîrê Darayî û Serokê Dîwana Çavdêriya Darayî ya Federal, ji aliyê endamên şandeya Hikûmeta Herêmê ve hatin pêşkêşkirin û ronkirinên pêwîst, bi hejmar û dahat derbarê rewşa darayî û mûçeyên Herêma Kurdistanê de hetin pêşkêşkirin.

Hate diyarkirin, Komîteya Darayî ya Encûmena Nûneran, şanda Hikûmeta Herêma Kurdistanê bi raporteke 30 rûpelî û hejmar û daneyên rast, bersiva hemû pirsên girêdayî bûdce, dahat û xerciyên darayî, petrol û deriyên sînorî û proseya hevbeş a her Dîwana Çavdêriya ya Federalî û Herêmê, mîlaka giştî û mûçeyan, dane.

Encûmena wezîran Wezareta Darayî û Aborî û şanda danûstandinan raspard ku bi Komîteya Darayî ya Encûmena Nûneran û Wezareta Darayî ya Hikûmeta Federal re di pêwendiyê de bin, ji bo bercestekirina wan binemayên ku di civîna roja 18/10 ya Komîteya Darayî de hemû alî li ser hevnêrîn bûn, bi taybetî jî cudakirina mûçeyan ji pîvanên xerciyên rastîn, wek herêmên din ên Iraqa federal û sererastkirina madeyên pêwendîdar bi vê babetê di yasaya bûdceyê de.

Rêveberê Giştî yê Rêveberiya Giştî di Dîwana Çavdêriya Darayî ya Herêma Kurdistanê de Ferîq Silêman ku mêvandarê civînê bû, kurteya li ser birêveçûna proseya pişkinîna hevbeş a her du Dîwana Çavdêriya Darayî ya ku li sala 2019ê birêve çûbû hat pêşkêşkirin.

Dîwana Çavdêriya Darayî ya Hikûmeta Herêma Kurdistanê amaje bi hevahengiya wezaret û saziyên Herêma Kurdistanê kir ji bo serxistina proseya pişkinînê, bi pêşkêşkirina agahî û zanyariyên pêwîst derbarê dahat, xerciyan, mîlakên giştî û asankariyên pêwîst ji bo vekirina dergehê saziyan ji bo tîmên hevbeş yên Dîwana Çavdêriya Darayî de. Di encamê de, sê raportên hevbeş ji aliyê her du Dîwana Çavdêriyê ve hatine pêşkêşkirin, yekem li ser dahat û xerciyan bi giştî, ya duyem li ser petrolê û ya dawî jî li ser mîlaka giştî ya Herêmê û rêjeya mûçeyan. Di wan raporan de, piştî pişknîna her du Dîwana Çavdêrî û Darayî, hejmara mûçexwarên Herêmê û mûçeyê wan hatin piştrastkirin.

Encûmena Wezîran piştgirîya proseya pişkinîna hevbeş ya her du dîwana çavdêrîya darayî dike, bi arasteya pêşkêşkirina rastiyan û dilniyakirina hemû aliyan ku Herêma Kurdistanê wek her carê bi şefafî, hemû zanyarî û jimareyan pêşkêş dike û tiştekî venaşêre. Ev pêvajo jî ji bo wê yekê ye, ku her kes di dane, agahî û hejmaran de piştrast be û hîç behaneyekê ji hikûmeta federal re nehêle ku di dayîna mafên Herêmê de astengiyan çêbike.

Herwiha Encûmena Wezîran hemû wezaret û dezgehên Hikûmeta Herêma Kurdistanê erkdar kir ku berdewam bin li ser hemahengî û alîkarîkirina Dîwana Çavdêrîya Darayî û hêsankiriyan ji bo komîteyên pişkinînê yên hevbeş û tedbîrên pêwîst ji bo têbîniyên teknîkî û darayî bikin, da ku ti behaneyek ji Wezareta Darayî ya Federal re nemîne, bi taybetî jî piştî ew raportên hevbeş ên herdu dîwana çavdêriyê ya federal û Herêmê, niha hejmara mûçewaran û mûçeyê wan hatiye piştrastkirin, êdî erkê Hikûmeta Federal û bi taybetî Wezareta Darayî ye ku navçeyên din ên Iraqê, mûçeyên karmendên Hikûmeta Herêma Kurdistanê di dema xwe de bişîne, ku mafê yasayî yê karmendan e.