Encûmena Wezîran civiya: Ji bo danûstandinên ligel Bexdayê tîma yasayî hat erkdar kirin

15 June 2022 21:04 0 dîtin
Encûmena Wezîran civiya: Ji bo danûstandinên ligel Bexdayê tîma yasayî hat erkdar kirin

PeyamaKurd - Encûmena Wezîran a Herêma Kurdistanê, di civîna xwe ya îro 15ê Hezîranê de ku bi seroktiya Serokwezîr Mesrûr Barzanî li dar xist, çend biryarên girîng dan.

Piştî civîna Encûmena Wezîran bi daxuyaniyekê hat ragihand ku di beşa yekem a civînê de encama serdana şanda Herêma Kurdistanê bo Dîwana Çavdêrî ya Darayî ya Federal a li Bexdayê taybet bi rapora tîma hevbeş a çavdêriya darayî ji aliyê Wezîrê Herêmê bi Karûbarên Danûstandinê ligel Hikûmeta Federal Xalid Şiwanî hat pêşkêşkirin.

Encûmena Wezîran berdewambûna danûstandin û gotûbêjên ligel Hikûmeta Federal a Iraqê ji bo çareserkirina kêşeyên navbera Herêm û Bexdayê di çarçoveya destûrê de, helwesta xwe cardin anî ziman, Lijneya Danûstandin û Dîwana Çavdêrî ya Darayî ya Herêmê jî hat erkdarkirin ku civîn û gotûbêjên xwe bidomînin û ji bo vê mebestê jî, hevahengiyele pêwîst ligel fraksiyonên Kurdistanî bikin û tîma yasayî ya encûmenê jî hat erkdarkirin ku rêkarên pêwîst dest pê bikin ji bo dakokiya yasayî û destûrî ya maf û heqên Herêmê weke di destûrê de hatiye bicihkirin.

Piştre ji aliyê Serokê Fermangeha Hevahengî û Lipeyçûn û Sekreterê Lijneya Bilind a Cîbicîkirina Yasaya Çaksaziyê Ebdulkerîm Xesrew ve, kurteyek li ser rapora hejmara 3 ya Encûmena Wezîran a li ser yasaya çaksaziyê hat pêşkêşkirin.

Di civînê de, biryar hat dayîn ku hefteya bê, her wezaretek li gor taybetmendiya xwe û bi hejmar û zanyariyên pêwîst, wan çaksaziyan eşkere bikin ku di çarçoveya yasaya çaksaziyê de li wezaret û fermangehên wan hatine encamdan, herwiha behsa bername û planên xwe yên bê yên li ser vê mijarê ji raya giştî re eşkere bikin, da ku xelkê Kurdistanê ji pêngavên Kabîneya Nehem a Hikûmetê di warê çaksaziyan de agahdar bin.

Wezîrê Navxwe Rêber Ehmed li ser çareserkirina kêşeya mulkdariya xwişk û birayên Mesîhî, nivîsa xwe pêşkêş kir, ku çendîn biryar û pêşniyar di xwe de dihewîne.

Mesrûr Barzanî di civînê de, bal kişand ser wê yekê ku Hikûmeta Herêmê, berdewam dibe di parastin û dakokîkirina mafên hemû pêkhateyan de û di nav wan de jî welatiyên Mesîhî yên Herêmê, ku rêzgirtin û lêborîn û pêkvejiyan ji taybetmendiyên ciwan ên Herêma Kurdistanê ne û cihê şanaziyê ne.

Di dawiya civînê de Serokwezîr Barzanî, Wezareta Çavkaniyên Sirûştî û aliyên pêwendîdar erkdar kir ku di demeke herî nêz de kêşeya giranbûna bihayê benzînê çareser bikin ku bargiraniyeke mezin li ser welatiyan dirust kiriye û hawirdekirina benzînê jî di çarçoveya rênimayên pêwîst de be.