Encûmena Wezîran, li ser çend mijarên gistî û aborî civiya

07 June 2023 14:30 0 dîtin
Encûmena Wezîran, li ser çend mijarên gistî û aborî civiya

PeyamaKurd- Fermangeha Medya û Zanyariyan a Hikûmeta Herêma Kurdistanê ragihand ku Encûmena Wezîrên Herêma Kurdistanê, ji bo nirxandina pêşhatên dawî û projeyasaya budceya Iraqê civiya.

Di daxuyaniya ku hat dayîn de hat diyarkirin ku Encûmena Wezîrên Herêma Kurdistanê îro  bi serokatiya Serokwezîr Mesrûr Barzanî û Cîgirê Serokwezîr Qubad Talebanî civiya.

Li gorî hat ragihandin, di civînê de dê çend mijar bên guftûgokirin. Hat diyarkirin ku mijara yekem dê ji bo pêşkêşkirina pêşhatên herî dawî yên projeyasaya budceya federal a Iraqê ya sala 2023-2025an û mijara hinardekirina petrola Herêma Kurdistanê be.

Li ser mijara duyem jî hat diyarkirin ku dariştina koda avahîsaziyê ya li Herêma Kurdistanê û rênimayiyên nû yên Wezareta Şaredariyan a ji bo pilandanan û tomarkirina elektronîkî ya milkên dewletê li Herêma Kurdistanê tê pêşkêşkirin.

Her wiha ji bo mijara sêyem hat gotin ku bi taybetî dê li ser cîbicîkirina biryara berê ya Encûmena Wezîran a li ser diyardeya SIM karta bêxwedî, otomobîlên bê qeyd û çekên bê molet bê rawestandin.

Li ser mijara dawî ya çaremîn jî hat diyarkirin ku Encûmena Wezîran dê li ser rêyên giştî yên qedexekirî yên li derveyê bajaran û rêgirtin û rakirina zêdegaviyên li ser wan binirxîne.