Encûmena Serkirdayetiya PDKê bi seroktiya Serok Barzanî çend mijarên girîng gotûbêj dike

08 May 2022 14:08 0 dîtin
Encûmena Serkirdayetiya PDKê bi seroktiya Serok Barzanî çend mijarên girîng gotûbêj dike

PeyamaKurd - Encûmena Serkirdatiya Partiya Demokrat a Kurdistanê (PDK) îro 8ê Gulanê roja Yekşemê bi serokatiya Serok Mesûd Barzanî civiya.

Hat ragihandin ku di civîna ku Serok Barzanî beşdariya wê dike û ji danê sibehê ve dewam dike de, çend pirsên taybet û girîng ên girêdayî Herêma Kurdistanê, Iraq û herêmê têne gotûbêjkirin.

Li gor zanyariyan, Encûmena Serkirdatiya PDKê di civîna îro de pirsa hewlên pêkanîna hikûmeta nû ya Iraqê, destpêşxeriyên PDKê ji bo çareserkirina pirsgiran li Iraqê, rewşa navxweyî ya Herêma Kurdistanê û pêwendiyên bi aliyên siyasî yên Kurdistanî re gotûbêj dike.