Sanda PDKê ya bi seroktiya namzedê serokomariyê Hosyar Zêbarî li Bexdayê ye

24 January 2022 15:26 0 dîtin
Sanda PDKê ya bi seroktiya namzedê serokomariyê Hosyar Zêbarî li Bexdayê ye

PeyamaKurd - Şanda PDK ya bi serokatiya Endamê Polîtburoya PDKê û namzedê serokomariya Iraqê Hoşyar Zêbarî çû Bexdayê.

Hat zanîn ku îro danê sibê şandeke PDKê bi serokatiya endamê polîtburoya partiyê û namzedê serkomariya Iraqê, Hoşyar Zêbarî ji bo bi aliyên siyasî re danûstandinan bike çû Bexdayê.

Li gorî agahiyan, wê şanda PDKê hevdîtinan bi aliyên siyasî re li ser posta serkomariya Iraqê bike.

Hêjayî bibîrxistinê ye, YNKê jî doh bi fermî Berhem Salih careke wek berbijêrê xwe yê posta serkomariya Iraqê destnîşan kiribû.

YNK dibêje, posta serokomariyê mafê wan e. Herwiha PDK jî dibêje, ew post mafê Kurdan e lê ne yê ti partiyekê ye.

Tê çaverêkirin kutleyên siyasî yên şîe û sunî yên Iraqê di hilbijartina serokomariyê de piştevaniyê bidin namzedê PDKê Hoşyar Zêbarî.