Namzedê PDKê yê serokomariyê ji bo hevdîtinên ligel aliyên siyasî çû Bexdayê
PeyamaKurd – Namzedê hilbijartina serokomariya Iraqê yê Partiya Demokrat a Kurdistanê (PDK) Rêber Ehmed, îro 22yê Adarê çû Bexdayê ku tê çaverêkirin bi Fraksiyona PDKê û aliyên din ên siyasî re bicive.
Li gorî bernameya Parlamentoya Iraqê, dengdana bo hilbijartina postê serokomariyê roja 26ê Adara 2022an bi rûniştineke taybet pêk tê û Rêber Ehmed jî yek ji namzedê bihêz ê serokomariya Iraqê ye.
Herwiha hatiye ragihandin ku şandeke PDKê jî ji bo gotûbêjkirina pirsa hilbijartina Serokomarê Iraqê û pêkanîna hikûmeta nû diçe Bexdayê û ligel aliyên siyasî yên Iraqê dicive.
Şanda PDKê ji Sekreterê Polîtburoya PDKê Fazil Mîranî û endametiya Cafer Êmînkî, Nazenîn Weso û Erefat Kerem pêk tê.

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin