Encûmena Aboriya Kurdistanê bi seroktiya Mesûr Barzanî civiya
PeyamaKurd - Encumena Bilind ya Aborîya Herêma Kurdistanê bi serokatiya Serokwezîr Mesrûr Barzanî îro Yekşemê civiya.
Di civîna ku bi serokatiya Mesrûr Barzanî û amadebûna cîgirê wî Qubad Talebanî hat lidarxistin de, behsa rewşa aborî û dahata giştî û baştirkirina jiyana xelkê hat kirin.
Di destpêka civînê de serokê hikûmetê têkest kir ku karê destpêkê yê hikûmetê dabînkirina mûçeyê karmendan e, bo wê jî çi ji destê hikûmetê were, dike. Helbet li kêleka wê yekê de li ser gihandina xizmetguzariyên giştî jî berdewam e.
Di beşeka din ya civînê de behsa gumrik û bacê hat kirin. Hat gotin ku bac li ser ti kesî nehatiye zêdekirin belkû tenê şêwaza komkirina bacê hatiye organîzekirin.
Di civînê de behsa parastina berhemên xwemalî û kifşkirina nirx û astengirina qorixkirinê û bilindbûna nirxa tiştan hat kirin û wezaretên pêwendîdar jî hatin rasipardin da ku wan biryar û şîretan bicîh bînin.

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin