Mesrûr Barzanî bi Sekreterê Gistî yê NY re çend mijarên girîng gotûbêj kir
PeyamaKurd - Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî, îro 2yê Adarê li Hewlêrê pêşwazî li Sekreterê Giştî yê Netewên Yekbûyî (NY) Antonio Guterres kir.
Sekreterê Giştî yê NY Antonio Guterres, di hevdîtinê de, kêfxweşiya xwe bi serdana Herêma Kurdistanê anî ziman û pesnê pêşketin û avadaniya Herêma Kurdistanê da.
Guterres bal kişand ser ku Herêma Kurdistanê cihekî wê ya taybet di dilê wî de heye û xebat û qurbanîdanên gelê Kurdistanê jibîr nake û herwiha hêviya xwe anî ziman ku Kurdistan her dem bihêz û yekgirtî be û kêşeyên navbera Herêma Kurdistanê û hikûmeta federal çareser bibin.
Serokwezîr Mesrûr Barzanî jî spasî û pêzanîn xwe ji bo piştevanî û rola Netewên Yekbûyî û bi taybetî rola aktîf a UNAMI ya li Iraq û Herêma Kurdistanê nîşan da û tekezî li girîngiya çareserkirina bingehîn a kêşeyên navbera Herêma Kurdistanê û hikûmeta federal bi hevkariya Netewên Yekbûyî û civaka navdewletî kir.
Di civînê de, çaksaziyên giştgirî û hemû aliyan ên Kabîneya Nehem a Kurdistanê û pêwîstiya bicihkirina rêkeftina Şingalê û derçûna milîs û komên çekdar ên neyasayî, vegera awareyan bo navçeyên xwe û girîngiya parastina asayîş û seqamgîriya Herêma Kurdistanê jî hatin gotûbêjkirin.

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin