Mesrûr Barzanî bi sekreterê gistî yê KHK ê civiya
PeyamaKurd – Serokwezîrê Herêma Kurdistanê bi sekreterê giştî yê Konseya Hevkariya Kendavê bi Nayîf el-Hacraf re civiya û li ser têkiliyên Herêma Kurdistanê bi welatên Kendavê re axifîn. Hevdîtin di çarçoveya Konferansa Ewlehiyê ya Munîhê de hat kirin.
Di hevdîtinê de behsa rewşa heyî ya li Iraqê û têkilyên navbera Herêma Kurdistanê, Iraq û welatên Kendavê hat kirin. Di civînê de her weha behsa seredanên Mesrûr Barzanî bo welatên Kendavê hat kirin û behsa pêdiviya pêşdebirina têkiliyên welatên Kendavê û Herêma Kurdistanê hat kirin û her dû teref ragihandin ku divê ew têkilî bên xwurtkirin.

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin