Mesrûr Barzanî bi sekreterê gistî yê OPEC ê re civiya

29 March 2022 00:59 0 dîtin
Mesrûr Barzanî bi sekreterê gistî yê OPEC ê re civiya

PeyamaKurd – Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî li Dubaiyê bi sekreterê giştî yê Rêxistina Welatên Petrolê Îxrac Dikin (OPEC) bi Muhammed Bardiko re civiya.

Di hevdîtinê de li ser têkiliyên dualî, pêşdeçûnên dawiyê yên li herêmê, pêşdeçûnên neyînî yên navdewletî ku çawa li ser bazara enerjiya dinayê û civakan bandorê dikin, axifîn. Di axaftinê de behsa girîngiya gihandina hev ya bazara enerjiyê ya navdewletî û ji bo îstîqrarê, çawa dikarin hevkariyê bikin, hat kirin.

Wezîrê Şarevanî û Tûrîzmê yê Herêma Kurdistanê Sasan Ewnî ji bo K24 ê ragihandiye ku hevdîtinên Mesrûr Barzanî bi rêvebirên Îmaratan û welatên kendavê re, girîngiya erdnîgariya Herêma Kurdistanê û xebatên rêvebiriya Herêma Kurdistanê nîşan dide.”