Di derbarê rêkeftina Hewlêr û Bexda û mûçeyan de Encumena Wezîran dicive
PeyamaKurd – Di derbarê rêkeftina Hewlêr û Bexda û mûçeyan de, Encumena Wezîran ya Herêma Kurdistanê bi serokatiya Serokwezîr Mesrûr Barzanî dicive.
Li gor zanyariyan, Encumena Wezîran ya Kurdistanê dê îro bicive û li ser mijarên mîna mûçe û rêkeftina navbera Hewlêr û Bexdayê de gotûbêjan bikin.
Di 15ê Tebaxê de, Hikûmeta Herêma Kurdistanê û Iraqê li ser çend mijaran li hev kirin ku yek ji wan ew bû ku Bexda heta pesendkirina bûdceya sala 2021 ya Iraqê, mehane 320 milyar dînar bo mûçeyê karmendan bide Hikûmeta Herêma Kurdistanê, Hikûmeta Kurdistanê jî nîvê dahata dergehên sînorî û yê navxwe bide Bexdayê.

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin