Hewlêr û Bexda di derbarê pirsên budçe û mûçeyan de li hev kirin

11 August 2020 13:30 0 dîtin
Hewlêr û Bexda di derbarê pirsên budçe û mûçeyan de li hev kirin

PeyamaKurd - Hewlêr û Bexda li ser pirsên budce û mûçeyan li hev kirin.

Li gor Seroka Fraksiyona PDKê Viyan Sebrî  ragihand, rêyeke din di navbera Hewlêr û bexdayê de tuneye ji bilî danûstandinê, Hewlêr û Bexda di derbarê pirsên petrol, budce û mûçeyan, gihîştin xala hevbeş.

Herwiha Viyan Sebrî da zanîn, ‘‘Biryar e Hikûmeta Herêma Kurdistanê birê pereyên diyarkirî yên petrolê ku 250 hezar bermîl e rojane radestî Hikûmeta Iraqê bike, li hemberî wê jî hikûmeta federalî budce û destkeftên Herêma Kurdistanê bişîne. Her çend beriya niha, Bexda budceya Herêmê bi temamî nedaye.’’

Amaje bi wê jî da, reng e ev rêkeftin ji bo çend mehan be, ji ber ku pêwîst e di projeyasaya sala 2021an de li ser bingeha destûrê rêkeftin di navbera herdu aliyan de bê kirin û bikeve ware bicihkirinê.

Bexdayê di dema dawî de birê budceya Herêma Kurdistanê bi awayekî temam nedişand, wê derbarê de jî Hikûmeta Herêma Kurdistanê û Hikûmeta Iraqê di dema bûrî de çendîn civîn û danûstandin derbarê pirsgirêkên pirsên budce, mûçe û petrol de kiribûn.