Nêçîrvan Barzanî: Pirsgirêkên Hewlêr-Bexdayê ne tenê mûçe û budçe ne
PeyamaKurd - Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî îro Sêşemê li Hewlêrê bi Balyozê Yekîtiya Ewropayê (YE) yê Iraqê Martin Huth civiya. Barzanî di civînê de diyar kir: “Pirsgirêkên Hewlêr û Bexda ne tenê mijara mûçe û budceyê ye.”
Serokatiya Herêma Kurdistanê piştî civînê ragihand, di civînê de pengavên li Iraq û Herêma Kurdistanê ya ji bo rûbirûbûna belavbûna vîrusa korona û encamên wê yên bi taybetî di warê aboriyê de, metirsiyên terorê û tevgerên DAIŞ, proseya siyasî û erkê hikûmeta nû ya Iraqê û hilbijartina pêşwext a paşeroja Iraqê, hatin nirxandin.
Pêşhatên dawî yên guftûgoya çareserkirina kêşeyên Herêma Kurdistanê li gel Hikûmeta Federaliya Iraqê, mijareke dinê civînê bû, têde Nêçîrvan Barzanî tekez kir ku kêşeyên Hewlêr – Bexda bi tenê babeta mûçe û budce nîne û aramiya Iraqê û çareserkirina kêşeyên Hewlêr – Bexda du babetên pêkve girêdayî ne.
Barzanî destnîşan kir, ji bo çareserkirina kêşeyan Yekîtiya Ewropa û civaka navdewletî jî dikarin hevkariya Iraqê bikin.
Herwiha di civînê de herdu aliyan piştgîriya xwe ji bo hilbijartina pêşwext a Iraqê der birîn û di derbarê çend mijareke din de wekî peywendiyên Iraq û Herêma Kurdistanê li gel welatên cîran, rola Yekîtiya Ewropa û Neteweyên Yekgirtî li Iraqê û derfeta weberhênan û sermayeguzariya Ewropî li Iraq û Herêma Kurdistanê bîr û ramanan xwe anî ziman.

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin