Hedad: Piska Kurdistanê ya budçeya 2021ê wê wekî rêkeftina Hewlêr-Bexdayê be
PeyamaKurd - Cîgirê Serokê Parlementoya Iraqê Dr. Beşîr Hedad, piştî ku projeyasaya budçeya 2021ê ya Iraqê gihîşt ber destê parlamentoyê ragihand ku tê çaverêkirin pişka bûdçeya Herêma Kurdistanê li gor rêkeftina Hewlêr û Bexdyaê were bicihanîn.
Cîgirê Serokê Parlementoya Iraqê Dr. Beşîr Xelîl Hedad eşkere kir, yasaya bûdçeya 20201ê hatiye parlementoya Iraqê û wê meha bê Parlementoya Iraqê biryarê li ser bide.
Dr. Beşîr Hedad got ku tê çaverêkirin di yasaya budçeyê de pişka Herêma Kurdistanê li gor rêkeftina Hewlêr û Bexdayê were bicihanîn û herdu alî pabendibûna xwe derbirî ne.
Budceya sala 2021ê ya Iraqê ku hatiye amadekirin, 164 trîlyon dînar e û pişka Herêma Kurdistanê jî 13 trîlyon dînar e.

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin