Serokwezîr Barzanî civîneke li ser budçeya sala 2021ê ya Kurdistanê birêve bir
PeyamaKurd - Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî, îro 9ê Adarê, seroktiya civîna amadekariyên projeyasaya budçeya Herêma Kurdistanê ya sala 2021ê kir.
Di civînê de ku Cîgirê Serokwezîr Qubad Talebanî amade bû, li ser rewşa darayî ya niha ya Herêmê û amadekariyên proje yasaya budceya Herêma Kurdistanê bo sala 2021ê û datayên xercî û dahatên pêşbînîkirî yên wezaretan hatin gotûbêjkirin. Tekezî li ser wê yekê hatiye kirin ku di amadekariya projeyasaya budceyê de divê hemû îhtimal li ber çavan werin girtin û budceyeke rastîn û şefaf be û pişta xwe bi data û dahatên petrolê û ji bilî petrolê û kurtanîn û xerciyên rasteqîne ve girê bide bi armanca şefafiyeta li darayî ya giştî ya Herêma Kurdistanê.
Di civînê de herwiha geşedanên herî dawî yên projeyasaya budceya Hikûmeta Federalî ya Iraqê bo sala 2021ê hat gotûbêjkirin ku biryar e hefteya bê, li Parlamentoya Iraqê deng li ser were dayîn.
Serokwezîrê Herêma Kurdistanê tekezî li helwesta neguherî ya Herêma Kurdistanê kiriye ji bo çareseriyeke bingehîn a kêşeyên navbera Herêma Kurdistanê û hikûmeta federalî, di nav wan de jî mijara heqên darayî yên Herêmê li ser bingeha destûrê.
Serokwezîr Mesrûr Barzanî hêvî xwest ku aliyên Iraqî, pêşwazî û piştevaniyê li banga Serokwezîrê Iraqê Mistefa Kazimî bikin, ji bo çareserkirina kêşeyên navbera Herêma Kurdistanê û Hikûmeta Federal.

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin